Protestoyên li Îranê di roja 11'emîn de ne: 36 mirî

Li seranserê Îranê çalakiyên şermezarkirinê kete roja 11'emîn. Hate ragihandin ku herî kêm 36 kes hatin kuştin, zêdeyî 2 hezar kes jî hatin binçavkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) çalakî bi beşdariya tevgerên xwendekar, grevên pîşeyî û protestoyên li kolanan li seranserê welêt belav bûne. Hate ragihandin ku li deveran hêzên ewlekariyê dest li nexweşxaneyan werdane û tedawîkirina birîndaran asteng kirine.

Çalakiyên şermezarkirinê di nav krîza aboriyê de destpê kirin. Çalakiyên ku ji aliyê dikandaran ve destpê kir di demeke kurt de li seranserê welêt belav bû. Di nava 11 rojan de li 27 eyaletan, li 92 bajaran û li 285 nuqteyan çalakiyên şermezarkirinê û grev hatin lidarxistin. Li gorî HRANA'yê di dema çalakiyên şermezarkirinê de herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 hezar kes jî hatin binçavkirin.

Di roja 11'emîn de li Tehran, Meşhed, Şîraz, Kazvîn, Bender Abbas, Zencan, Îlam, Babîl û Berûcerdê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Daxwazên ku di çalakiyan de tên ser ziman ne tenê pirsgirêkên aboriyê ne. her wiha rexne li rêveberiyê tê kirin û daxwazên edalet û azadiyê têne kirin.

Ji kesên jiyana xwe ji dest dan 4 ciwanên kêmî 18 salî û 2 hêzên ewlekariyê jî hebûn.

Medya fermî ya Îranê diyar kir ku 568 polîs û 66 endamên Besîc birîndar bûn.